Serîlêdanên YDSyê dest pê kir

Namzed dikarin bi reya Navendên Serîlêdanê yên OSYMyê an jî li ser navnîşana "https://ais.osym.gov.tr"yê serîlêdanên xwe bikin

Serîlêdanên YDSyê dest pê kir

Ji bo Ezmûna Tesbîtkirina Asta Agahiyên Zimanên Biyanî (2020-YDS/1) ya ji hêla Serokatiya Navenda Pîvan, Bijartin û Bicîkirinê (OSYM) va wê di 12ê nîsanê da bê kirin serîlêdanan dest pê kir.

Li gor daxuyaniya li ser malpera OSYMyê hat weşandin, serîlêdanên ezmûna 2020-YDS/1ê ya wê di 12ê nîsanê da bê kirin yê di navbera 19 û 26ê Sibata 2020a da bên kirin.

Namzed dikarin bi reya Navendên Serîlêdanê yên OSYMyê an jî li ser navnîşana "https://ais.osym.gov.tr"yê serîlêdanên xwe bikin.

Namzed dikarin agahiyên hûrgilî yên der barê ezmûnê da ji pirtûka 2020-YDS/1ê hîn bibin.

Li gor agahiyên di pirtûkê da hatine nivîsandin dema serîlêdana ezmûnê ya herî dereng 10ê Adarê ye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE