Serokê YOKê Saraç bangî mêjiyên zîrek kir

Serokê YOKê Prof. Dr.Saraç: "Em ciwanên Tirk ên serkeftî ku li dervayî welêt dixwînin û xwendekarên biyanî ku dixwazin ji dervayî welatê xwe perwerdeyê bistînin, vedixwînin ku di saziyên hîndekariya bilind ên bijarte yên li welatê me da bixwînin."

Serokê YOKê Saraç bangî mêjiyên zîrek kir

Serokê Lijneya Hîndekariya Bilind (YOK) Prof. Dr. Yekta Saraç got, "Em ciwanên Tirk ên serkeftî ku li dervayî welêt dixwînin û xwendekarên biyanî ku dixwazin ji dervayî welatê xwe perwerdeyê bistînin, vedixwînin ku di saziyên hîndekariya bilind ên bijarte yên li welatê me da bixwînin."

Saraç di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku wan ji bo xwendekarên Tirk ku li dervayî welêt dixwînin, lê ji ber şewba Kovîd-19ê naxwazin vegerin zanîngehên xwe û her wiha ji bo xwendekarên biyanî ku dixwazin li Tirkiyeyê bixwînin, hinek biryarên nû wergirtin.

Saraç diyar kir ku di vê çarçoveyê da sînordarkirina ji sedî 50 ya di kontenjanên guhertina rexber a dervayî welêt a bernameyên hîndekariya bilind ên dervayî bernameyên tip, hekîmtiya diran, dermansazî, hiqûq, mamostetî, endazyarî û mîmarî ku di derbasbûna hîndekariya bilind da şertê wê yê rêza serkeftinê heye, hat rakirin û ew derfet hat dayîn ku ji bo van bernameyan bi qasî kontenjanê guhertina rexber a nava welêt, kontenjanê dervayî welêt jî were terxankirin.

- Ji bo xwendekarên navneteweyî mafê pêşqeydê

Saraç da bibîrxistin ku wan hin biryar wergirtin da ku Tirkiye di wê mijarê da berdewam be ku ji bo xwendekarên biyanî bibe navendeke cazibeyê û wiha got, "Namzedên xwendekariyê yên navneteweyî dikarin pêşqeydê bikin, her wiha ji ber ku maweya serîlêdan û qeydê heya 15ê berfanbara 2020an hat dirêjkirin, dikarin dereng jî qeyda xwe çêbikin."

Saraç bal kişand ku biryarên wan ên navborî di raya giştî da jî bersivên erênî wergirtin û wiha got, "Wekî YOK, em ciwanên Tirk ên serkeftî ku li dervayî welêt dixwînin û xwendekarên biyanî ku dixwazin ji dervayî welatê xwe perwerdeyê bistînin, vedixwînin ku di saziyên hîndekariya bilind ên bijarte yên li welatê me da bixwînin."

Prof. Dr. Saraç, her wiha ew yek jî diyar kir ku hejmara xwendekarên biyanî ku 5 sal berê 48 hezar bû, gihîştiye 180 hezarî.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE