Sibê qarneyên serdema yekemîn tên dayîn

920 hezar û 524 mamosteyên dibistanên fermî, 200 hezar û 701 mamosteyên dibistanên taybet jî wê têkevin betlaneya nîvê salê.

Sibê qarneyên serdema yekemîn tên dayîn

Nêzî 18 milyon xwendekarên ku di pêşdibistan, dibistana seretayî, dibistana navîn û lîseyan da dixwînin wê sibê qarneyên xwe bistînin.

Milyonek û 542 hezar û 491 xwendekarên pêşdibistanê, 10 milyon û 840 hezar û 709 xwendekarên dibistana seretayî, 5 milyon û 391 hezar û 580 xwendekarên dibistana navîn û lîseyê bi tevahî 17 milyon û 774 hezar û 780 xwendekar wê sibê qarneyên xwe bistînin û têkevin betlaneya nîvê salê.

920 hezar û 524 mamosteyên dibistanên fermî, 200 hezar û 701 mamosteyên dibistanên taybet jî wê têkevin betlaneya nîvê salê.

Serdema duyemîn a sala perwerde û hîndekariyê ya 2018-2019an wê 4ê sibatê roja duşemê dest pê bike û 14ê Hezîrana 2019an roja înê kuta bibe.AA

Dîroka nûkirinê: 17 Çile 2019, 17:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE