Tayîna 20 hezar mamosteyên bipeyman

Wezareta Perwerdeya Neteweyî 20 hezar mamosteyên bipeyman tayîn kir

Tayîna 20 hezar mamosteyên bipeyman

Wezareta Perwerdeya Neteweyî 20 hezar mamosteyên bipeyman tayîn kir û encamên tayînê li ser malpera Wezareta Perwerdeya Neteweyî hatin eşkerekirin.

Bi beşdariya Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk li Salona Sermamoste ya Wezareta Perwerdeya Neteweyî ji bona tayîna mamosteyên bipeyman merasim hat kirin.

Wezareta Perwerdeya Neteweyî 20 hezar mamosteyên bipeyman tayîn kir û encamên tayînê li ser malpera Wezareta Perwerdeya Neteweyî hatin eşkerekirin.

Ji bona tayînê bi tevahî 53 hezar û 871 mamosteyan tercihên xwe dabûn û li tevahiya Tirkiyeyê bo 60-78 beşan 20 hezar mamoste hatin tayînkirin.

Di tayîna mamosteyan da bi 8 hezar û 470 kontenjanî Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê di rêza yekê da û bi 6 hezar û 438 kontenjanî Herêma Rojhilatê Anadoluyê di rêza duyemîn da cî girt. Kontenjanên din jî li herêmên din hatin belavkirin.

10 bajarên ku herî zêde kontenjan hildan ev in: Şanliurfa (2 hezar 605), Wan (hezar û 613), Gazîantep (hezar û 145), Diyarbekir (hezar û 142), Şirnex (hezar û 93), Agirî (hezar û 9), Mêrdîn (821), Hatay (794), Mûş (781) û Bedlîs (600).

10 beşên herî zêde kontenjan danê ev in: Mamostetiya Seretayî (3 hezar û 47), Mamostetiya Îngilizî (2 hezar û 38), Fêrkirina Exlaq û Çanda Dînî (hezar û 910), Mamostetiya Pêşdibistanê (hezar û 601), Mamostetiya Matematîkê ya Seretayî (hezar û 401), Mamostetiya Tirkî (hezar û 903), Rêberî (hezar û 56), Perwerdeya Taybet (hezar û 2), Zanist û Teknolojiyên Fenî (919) û Perwerdeya Bedenê (845).

Dîroka nûkirinê: 08 Çile 2019, 17:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE