Tayînkirina 500 mamosteyên astengdar

Di îlana ku ji ser malpera MEBê hat weşandin de der barê hildana mamosteyên astengdar û cîguherînên girêdayî mazeretan de agahî hatin dayîn.

Tayînkirina 500 mamosteyên astengdar

Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) dê di 23yê kanûna paşîn a 2019an de serlêdanên ji bo 500 mamosteyên astengdar qebûl bike û dê 1ê sibatê de jî tayînan bike. 

Di îlana ku ji ser malpera MEBê hat weşandin de der barê hildana mamosteyên astengdar û cîguherînên girêdayî mazeretan de agahî hatin dayîn.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di çarçoveya tayîna mamosteyên astengdar a sala 2019an de dê 500 mamoste bên hildan û wiha hat gotin: "Îlankirina kontenjanên bajêr û beşan dê di 22yê kanûna paşîn a 2019an de be, serlêdan û tesdîqkirina wan di navbera 23-29ê kanûna paşîn de ye, dê tayîn jî di 1ê sibatê de bê kirin."

Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku serlêdanên cîguherînê ya mamosteyên bikadro yên ji ber yekîtiya malbatê, tenduristî, ewlehiya can û astengdariyê dê di navbera 2-7ê 2019an de bên qebûlkirin.

Hat îlankirin ku tercîh û pesendkirina wan di navbera 10-16ê kanûna paşîn de bên kirin, miameleyên teblîxat û birîna têkiliyan jî dê ji 21ê kanûna paşîn a 2019an pê va bên kirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 26 Kanûn 2018, 17:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE