Temenê xwendinê tune

Mamoste Müslüm Kaya teqawid bû lê dev ji xwendinê berneda

Temenê xwendinê tune

Mamoste Müslüm Kaya piştî zanîngeh qedand û bû mamoste jî dev ji xwendinê berneda. Kaya heya niha 3 beşên zanîngehê xelas kirine û dixwaze heya emrê wî hebe bixwîne.

Mamoste Müslüm Kaya beriya niha 45 salan dest bi zanîngehê kir.

Ji zanîngehê mezûn bû û 27 salan mamostetî kir. Lê ji xwendinê têr nebû.

Mamoste Müslüm Kaya : Ez wek mamosteyê edebiyatê 27 salan xebitîm lê ez dixwazim her sal têkevim ezmûnan û dîsa bixwînim. Îsal jî min beşa felsefê qezanc kir.Ez dixwazim heya emrê min têr bike bixwînim.

Kaya piştî beşa ewil qedand dîsa dest bi xwendinê kir û dibêje heya emrê min hebe ez ê beşên cuda bixwînim..

Hevalên mamoste jî pê motîve dibin û dixwazin jiyana xwe bi xwendinê derbas bikin.

Dîroka nûkirinê: 19 Cotmeh 2018, 10:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE