Teqwîma tayînkirina mamosteyan hat îlankirin

Wezîrê Ozer: Ji bo tayîna 20 hezar mamosteyan pêşserlêdan wê di 18-26ê tîrmehê da, tayîn wê di 1ê îlonê da were kirin

Teqwîma tayînkirina mamosteyan hat îlankirin

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer daxuyaniya nivîskî da û diyar kir, piştî ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan mizgîniya tayînkirina mamosteyan da, ji îro pê va teqwîm hat îlankirin, serlêdan wê piştî eydê werin hildan.

Ozer daxuyand, li gor teqwîma tayînkirinê ya 20 hezar mamosteyên bipeyman, pêşserlêdan û tercîhên navenda ezmûna devkî ya namzedan dê di 18-26ê tîrmeha 2022yê da werin hildan, di 29ê tîrmehê da navendên ku namzed wê lê têkevin ezmûna devkî, werin daxuyandin.

Wezîr Ozer li ser teqwîma tayînkirinê wiha got:

"Ezmûnên devkî wê di 1-13ê tebaxê da werin kirin, encam jî wê di 16ê tebaxa 2022yan da were eşkerekirin. Di navbera 17-18ê tebaxa 2022yê da seba encamên ezmûna devkî îtiraz wê werin hildan û ev îtiraz wê di 22yê tebaxê da werin eşkerekirin. Tercîhên tayînkirinê wê di navbera 27-31ê tebaxê da werin hildan. Encamên tayînkirinê jî wê di 1ê îlona 2022yê da werin eşkerekirin."

Ji aliyê din va seba tayînkirina 20 hezar mamosteyan bi puanê KPSSya 2021ê va serlêdan wê werin hildan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE