Tercîhên ezmuna YKSyê dest pê kir

Tercîhên Ezmuna Saziyên Perwerdeya Bilind (2019-YKS) ên ji hêla OSYMyê va tên qebûlkirin, dest pê kir. Tercîhkirin wê di 29ê Tîrmehê di saet 23.59an da dawî bibin

Tercîhên ezmuna YKSyê dest pê kir

Tercîhên Ezmuna Saziyên Perwerdeya Bilind (2019-YKS) ên ji hêla Navenda Pîvan, Hilbijartin û Bicihkirînê (OSYM) va tên qebûlkirin, dest pê kir.

Li gor daxuyaniya li ser malpera înternetê ya OSYMyê, namzedên ketine ezmuna 2019-YKSyê wê tercîhên xwe di navbera 23-29ê Tîrmehê da li gor rêbera OSYMyê amade bikin.

Di daxuyaniyê da hat gotin namzed wê bi nimareya T.Cyê ya nasnameyên xwe û bi şîfreyên xwe bikevin navnîşana OSYMyê ya "https://ais.osym.gov.tr"yê û ji wir tercîhên xwe bikin.

Tercîhkirin wê di 29ê Tîrmehê di saet 23.59an da dawî bibin.

Tercîhên ku bi destan an jî bi postayê hatine şandin wê ji hêla OSYMyê va neyên qebûlkirin. Bi tenê tercîhên li ser malpera înternetê ya OSYMyê hatine kirin wê bên qebûlkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Tîrmeh 2019, 16:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE