Prof. Dr. Halîs Aygunê Serokê Navenda Pîvandin, Bijartin û Bicîkirinê (OSYM) diyar kir ku karûbarê tercihên Ezmûna Saziyên Perwerdeya Bilind (2021-YKS) îro dest pê kir.
Aygun li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got: "Karûbarên tercihên 2021-YKSyê îro dest pê kir. Hûn dikarin di navbera 5-20ê tebaxê da li ser malpera me ya 'https://ais.osym.gov.tr'yê û bernameya mobîl a OSYM AÎSê tercihên xwe bikin. Tercihên we ji bo we û malbata we bi xêr bin."AA