Venêrîna li dibistanan

Wezareta Çandin û Daristanan li dibistanan kontrol da destpêkirin

Venêrîna li dibistanan

Wezareta çandin û daristanan roja ku dibistan vebûn dest bi xebatê kir û ji bo hijyen û ewlehiya xurekan venêrîn hatin kirin. Îsal ji bo venêrîn hêsantir bibin pergaleke nû jî dikeve rewacê. Êdî li dibistanan wê xurekên ku li ser wan mohra xureka dibistanê tune neyên firotin.

Dema dawî ya xwarina berheman, şert û mercên veşartinê û rewşa paqijbûnê hatin kontrolkirin.

Li xwaringeh û kantînên dibistanan careke din kontrol hat kirin.

Wezareta çandin û daristanan bi vebûna dibistanan dest bi lêkolînan kir.

280 wezîfedarî ligel 140 tîman li hezar û 264 deveran lêkolîn pêk anîn.

Ji bo ewlehiya xurekên li kantînan jî pergaleke nû dikeve rewacê.

Li ser berhemên ku tên firotin dê êdî logoya xureka dibistanê hebe.

Dîroka nûkirinê: 17 îlon 2018, 17:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE