Wesaîta gerok a EBA’yê

Wesaît gund bi gund digere û xizmetê dide xwendekaran

Wesaîta gerok a EBA’yê

Midûriya Perwerdeyê ê, wesaîta EBA’yê ya gerok amade kir. Wesaît xızmetê dide xwendekarên ku li zeviyan dixebitin û nikarin dersên xwe taqîb bikin.

Îsal ji ber şewba vîrûsa koronayê dibistan venebûn û mekteban ji dûr ve dest pê kir.

Xwendekar li mala xwe li ser sîstema EBA’yê dersên xwe taqîb dikin.

Midûriya Perwerdeyê ya Siweregê, ji bo zarokên ku înterneta wan tune ye û li zeviyan dixebitin dest bi xizmeteke nû kir.

Di wesaîda Gerok a EBA’yê de înternet heye û ji bo zarokan tablet hatine amadekirin. Zarok di van tabletan de dersên xwe taqîb dikin.

Wesaîda EBA’yê di bin kontrola mamosteyên rêber de gund bi gund digere û xizmetê dide xwendekaran.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE