Bi sedhezaran xwendekarên ku zanîngeh qezenc kirin, ji bo li Wargehên dewletê bimînin, miracatî Midûriya Giştî ya Kredî û Wargehan kirin.
Serlêdanên ku di 19ê Tebaxê de dest pê kirin, îro diqedin.
Telebe dikarin li ser e-devletê ji bo wargehan miracat bikin.
Di dema serlêdanê de li rewşa sosyal û ekonomîk a xwendekaran dinerin.
Serlêdanên burs û krediyan jî wê di Cotmehê de dest pê bikin.