Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) rêbera sepandin û serlêdana ezmûna navendî ya çarçoveya Pergala Derbasbûna Lîseyan (LGS) ya ku wê di 6ê Hezîranê da çêbibe, weşand.
Di dawiya sala 2020-2021î ya perwerde û hîndekariyê da ezmûna ku xwendekaran digire lîseyan wê bê kirin ku wezaretê rêbera sepandin û serlêdana ezmûnê li ser malpera "www.meb.gov.tr"yê weşand.
Ezmûnê wê di 6ê Hezîranê da çêbibe, lê serlêdan wê di 5-14ê Nîsanê da ji hêla wezaretê va bi navendî bên kirin.
Di ezmûna LGSyê da di hejmara pirsan, dema ezmûnê û naveroka dersan da tu guherîn nehat kirin.
Belgeya ketina ezmûnê ya biwêne ji 27ê Gulanê pê va wê li ser Pergala Agahdarkirina Malbatan a Dibistanê bê eşkerekirin. Midûrên dibistanan ji vê demê pê va wê belgeyan mohr bikin û teslîmî xwendekaran bikin.
Encamên ezmûnê wê di 30yê Hezîrana 2021î da li ser malpera "www.meb.gov.tr"yê bê eşkerekirin.
AA