Wezareta perwerdeyê protokol îmze kir

Li dibistana Weqfa M. İhsan wê dibistana taybet bê vekirin

Wezareta perwerdeyê protokol îmze kir

Wezareta Perwerdeyê û Weqfa Îhsan Arslan ji bo vekirina dibistana taybet, di nav xwe de protokolek îmze kir. Di vê projeya dibistanê de, zarokên taybet wê ligel zarokên din dersan werbigrin. Wezîrê Perwerdeyê Ziya Selçuk di merasîmê de axivî û got; “bi saya saziyên bi vî rengî zarokên astengdar dê wek manewî jî xwe baştir hîs bikin.”

Wezîrê Perwerdeyê Ziya Selçuk : Saziyên wisa ne bi tenê wek fîzîkî, wek manewî jî dê xizmetê zarokan bikin. Li cihekî wisa, zarok dê wek rûhî û manewî jî xwe baştir hîs bikin. Piştî ku hevkariya me û xebata saziyê dest pê kir ev proje dê bibe mînak. Însanên din jî wê ji bo piştgiriyê werin, li vê derê bigerin û projeyê ji xwe re bikin mînak… Têkiliya me ya bi vê saziyê re ji vir şûn ve jî wê dewam bike û em ê pêwendiya xwe xurttir bikin. Ji bo ku ev proje dewam bike em dixwazin piştgiriyê bidin projeyê.

Dîroka nûkirinê: 07 Tebax 2019, 17:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE