Wezareta Perwerdeya Neteweyî encamên bicihkirinê yên LGSyê eşkere kirin

Wezareta Perwerdeya Neteweyî encamên bicihkirinê yên LGSyê eşkere kirin

Ji hêla Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) encamên bicihkirina yekem ên Pergala Despêkirina Lîseyê (LGS) ji ser navnîşana "meb.gov.tr" hat eşkerekirin.

Xwendekar dikarin bi nimroya nasnameyê û dîroka jidayikbûnê va ji ser navnîşana "sonuc.meb.gov.tr" li encamên xwe binihêrin.

Tercihên bicihkirina yekem dê di navbera 26-30ê Tîrmehê bên kirin û encamên wê jî dê 2yê Tebaxê bên ragihandin.

Tercihên bicihkirina duyem jî dê di navbera 2-6ê Tebaxê bên wergirtin û encam jî dê 9ê Tebaxê bên ragihandin.

Bi vî awayî pêvajoya bicihbûnê dê 9ê Tebaxa 2021î kuta bibe.

Xwendekarên ku di vê qonaxê da bi cih nebin jî dê ji hêla komîsyonan 20ê Tebaxa 2021î bên bicihkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE