Wezîrê Perwerdeyê Ziya Selçuk beriya ku dibistan vebin hişyariya çenteyên dibistanan da. Wezîr got divê çente li gorî fizîka zarokan bin û bi her du milan jî were piştkirin.
Wezîrê Perwerdeyê Ziya Selçuk li ser medyaya civakî bangî xwendekar û dê û bavê wan kir.
Li ser kirîna çeteyên dibistanê hin pêşniyaz kirin.
Wezîr bi wêneyan rê û rêbazên amadekirin û lixwekirina çanteyan parve kir.
Di pêşniyazan de hat gotin divê çante li gorî fizîka zarokan bin.
Herwiha got divê zarok çente neavêjin ser milekî tenê û bi du milan jî pişt bikin.
Û got divê giraniya çenteyan bi qasî ji dehan 1î zarok giran be.
Wezîr di parvekirina xwe de şîret da û diyar kir “çenteyên dibistanê gelek biçûk xuya dikin lê salekê wê her roj were barkirin û ji bo wê jî gelek girîng e.”