Wezîr Selçuk bangî xwendekarên lîseyê kir

Wezîr Selçuk :"Heke îro ji bo ezmûnên we taloqkirinek çêbibe, di demeke nêz da barê we yê xebatê jî wê zêde bibe."

Wezîr Selçuk bangî xwendekarên lîseyê kir

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk daxuyand ji sedî 40ê ezmûnên rû bi rû ya xwendekarên lîseyê temam bû û wiha got: "Heke îro ji bo ezmûnên we taloqkirinek çêbibe, di demeke nêz da barê we yê xebatê jî wê zêde bibe."

Selçuk li ser Twitterê der barê ezmûnên heyama ewil ên lîseyê yê ku nrhatibûn kirin, lê wê di 1ê Adarê da bên kirin da peyamek weşand.

Wezîr Selçûk got ciwanên delal, bawer bikin ez dengê we dibîhîzim û peyamên we dixwînim û anî ziman biryarên di şewbê da hatine dayîn bi şêwra hekîm û hîdekaran va hatiye dayîn.

Selçuk got li gor biryara ku hatibû dayîn perwerdeya rû bi rû li dibistanên gundan dest pê kiriye, di 1ê Adarê da jî li dibistanên seretayî perwerdeya polên 1,2,3,4,8 û 12emîn wê dest pê bike.

Selçuk wiha dewam kir: "Ji bo ezmûnên we yên rû bi rû çêbibin, li gor tevdîrên şewbê hemû amadehiyên me temam in. Ji sedî 40ê ezmûnên rû bi rû ya xwendekarên me temam bû. Heke îro ji bo ezmûnên we taloqkirinek çêbibe, di demeke nêz da barê we yê xebatê jî wê zêde bibe. Wê rê li ber bernameyên piştgiriyê yên li gor hewcedariyên we em tesbît bikin, bigire. Ji bo ku salên bê pirgirêk zêde nebin, di demê da xebat girîng e. Di biryarên me da tenduristiya we her tim li pêş e. Hevkarî û piştgiriya we ji bo me pir girîng e. Emê bi hev ra van rojan derbas bikin. Ji kerema xwe hûn li ser dersên xwe û tenduristiya xwe kûr bibin. Ez ji we hemûyan ra ji dil û can spas dikim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE