Xebata wezaretê ya li ser krediyên xwendekaran

Wezareta Spor û Ciwaniyê û Wezareta Xazîne û Darayiyê wê bi hev re bixebitin 

Xebata wezaretê ya li ser krediyên xwendekaran

verastkirina deynên krediyê yên saziya wargeh û krediyan hêdî hêdî diyar dibe. wezaretên eleqedar li ser mijarê xebatên xwe didomînin. dewlet, niha rewşa kesên ku ferqa enflasyonê ya ji bilî deyn dane, deynê kesên ku sewqî jûra bacê bûne û kesên ku deynên wan hatine verastkirin kontrol dike. tê payîn xebat di meha cotmehê de were meclisê.  

Serok Erdoğan: Ne faîz ne jî ferqa enflasyonê. Wê tenê deynê sereke bê xwestin. Em nahêlin xwendekarên me di bin barê helwesta eletewş a muxalefetê de bimînin.   

Deynên Saziya Kredî û Wargehan bi milyonan ciwanî eleqedar dike. 

Serokkomar Erdoğan derbarê vê mijarê de daxuyanî da TRT Haberê.  

Serok Erdoğan: Ji xwe kredî bi 3 gavan tê dayîn. Heke te kredî stand tu nikarî demildest deynê xwe bidî. Divê tu karekî bisîgorte bibînî û piştî te kar dît di nav 2 salan de tu yê vî deynî bidî. Faîz maîza wê jî nîne.  

3 milyon û 157 hezar ciwan wê tenê deynê sereke yê krediyê bidin.  

Di vê çarçoveyê de wê deynekî bi qasî 26 milyar lîreyî ji ciwanan neyê girtin. 

Milyonek û 49 hezar kesên ku beriya verastkirinê mezûn bûne wê ji vê yekê îstifade bikin. 

Herwiha wê 812 hezar xwendekarên ku hêj mezûn nebûne wê tenê deynê sereke bidin.  

Baş e lê gelo rewşa kesên ku ji bilî deynê sereke ferqa enflasyonê dane, deynê xwe sewqî jûra bacê kirine û deynê xwe verast kirine wê çawa bibe? 

Ji bo van jî Wezareta Spor û Ciwaniyê xebatên xwe bidomîne.  

Ev xebat wê ji Wezareta Xazîne û Darayiyê re bê şandin. 

Her du wezaret dê îstişareyê bikin.  

Wê Qanûna Krediya Xwendina bilind û Saziya Wargehan jî bê lêkolînkirin.  

Verastkirinên hewce dê di meha cotmehê de werin rojeva Meclisê. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE