Di bin banê Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Mardîn Artûklûyê de, bernameya doktorayê ya zimanê Kurdî hat destpêkirin. Zanîngehê beriya niha serî li YÖK'ê dabû û ji bo doktorayê biryar derket.
Li Zanîngeha Mardîn Artûklûyê, ji bo bernameya doktoraya kurdî serî li YÖK'ê dabû.
Biryar hat dayîn û bernameya doktorayê ya zimanê Kurdî dest pê kir.
Xwendekarên ku ji beşa lîsansê ya zimanê Kurdî mezûn bûne wê bikaribin li enstîtuyê doktorayê jî bikin.
Ligel zimanê Kurdî ji bo zimanê Erebî jî bernameya doktorayê dest pê kir.