Xizmetên Navenda Perwerdeya Gel

Mamosteyên navendê diçin mala astengdaran û dersan didin.

Xizmetên Navenda Perwerdeya Gel

Mamosteyên Navenda Perwerdeya Gel a Bingölê dersên xwendin û nivîsandinê didin. Nursel Ekineker diya 2 zarokan e û astengdar e. Mamosteyên navendê diçin mala Nurselê û wê fêrî nivîsê dikin.

Nursel Ekineker astengdar e û diya 2 zarokan e. Ji ber ku guhên wê nabihîzin ew neçûye dibistanê.

Li Navenda Perwerdeya Gel a Bingölê jî ji bo astengdaran kursa xwendin û nivîsandinê hat vekirin. Nursel Xanimê jî dest bi kursê kir.

Mamosteya Navenda Perwerdeya Gel Şeyma Savcı diçe mala Nursel Xanimê û dersê dide wê.

Savcı got, ”Me li navendê di seferberiya xwendin û nivîsandinê de kurs vekir. Em diçin malên astengdaran û wan perwerdê dikin. Nursel Xanim jî niha ji bo ezmûnê dixebite. Ger di ezmûnê de bi ser keve dê mezûn bibe û dîplomayê bistîne.”

Nursel Xanim dixwaze piştî lîseyê zanîngehê jî biqedîne û bibe xwedan kar.

Xizmetên Navenda Perwerdeya Gel ên ji bo astengdaran wê dewam bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE