Li Uzumluya navçeya Erzincanê tiriyên Cîmînê yên tescîlkirî hatin berhevkirin û digel hişkahiya îsal xêr û bereketa tiriyan rûyê hilberîneran geş kir.
Tiriyên reş ji bo cotkarên Erzincanî deriyê debarê ye û li tevahiya bajêr tirî li ser 8 hezar û 650 dekarî tên danîn û vê gavê berhevkirina tiriyan dewam dike.
Ji baxên tiriyan salê nêzî 6-7 tonî tiriyên Cîmînê tê. Ji bo tehma wê ya xweş û kêmşekiriya wê ev tirî ji aliyê nexweşên şekir va jî tê neqandin.
Tirkiyên Cîmînê digel bajarên rojhilata anadoluyê ji Trabzon, Ordu, Gîresun, Rîze, Samsun, Gumuşhane û Bayburtê ra jî tên şandin.
Alîkarê Serokê Odeya Ziraetê yê Uzumluyê Mahmut Karakelle daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji 5 hezar û 700 dekar zeviya ku di odeyê da qeydkirî ye, par 4 hezar û 125 ton tirî hat, ew îsal jî li benda nêzî 6 hezar ton tirî ne.
Karakelle daxuyand ku berhevkirina tiriyan di dawiya tebaxê da dest pê kir û wê heta cotmehê dewam bike û wiha dewam kir:
"Tiriyê Cîmînê tescîlkirî ye. Tehma wê xweş e û qalikê ser tiriyan tenik e, tehma wê meyxoş e, rengê lubên wê şînekî tarî ye. Ji ber ku tehma wê meyxoş e, nexweşên şekir jî dikarin bixwin. Îsal her çend hişkahî hebe jî rekolteya tiriyan baş e. Lê ji ber hişkahiyê îsal zûtirî hatin berhevkirin. Piştî baranê lubên wan terk lê diket û diteqiyan."
Karakelle daxuyand ku di rojên ewil ên berhevkirinê da kîloya tiriyan li ser zeviyê 7-8 lire bû, niha jî heta 2 nîv û 3 lireyî tê firotin.AA
Xêr û bereketa tiriyên "Cîmînê" yên tescîlkirî di hişkahiyê da jî kêm nebû
Ji baxên tiriyan salê nêzî 6-7 tonî tiriyên Cîmînê tê. Ji bo tehma wê ya xweş û kêmşekiriya wê ev tirî ji aliyê nexweşên şekir va jî tê neqandin.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE