Lîseya Anadoluyê ya Teknîk û Pîşeyê ya Silopiyê, weke fabrîqeyekê dixebite. Di atolyeya wê de xwendekar ji bo dibistanên navçeyê û gundên wê; sire, mase, dolap û mobîlyayan çêdikin. Bi saya atolyeyê gelek xwendekar him dixebitin him jî hînî kar dibin..
Lîseya Anadoluyê ya Teknîk û Pîşeyê ya Silopiya Şırnakê weke fabrîqeyekê dixebite
Di vê atolyeyê de xwendekar ji bo dibistanên navenda Silopiyê û gundên wê sire, mase, dolap û mobîlyayan çêdikin.
Di atolyeyê de gelek xwendekar dixebitin û hînî kar dibin..
Her wiha li lîseyê ji bermayiyan heta niha ji bo dibistanên gundan 8 pirtûkxane hatine çêkirin.
Xwendekar van alavan difroşin û piştgiriyê didin budçeya dibistan û malbatên xwe.
Xwendekar dibêjin; Piştî ku em ji vê derê mezûn bibin, em dîsa dikarin di vê qadê de bixebitin.
Mamoste û xwendekar dixwazin kar û xebatên xwe zêde bikin û xwe baş bidin nasîn.