Xwendekarê li Midyadê di ezmûna LGSyê da 500 puan hilda

Li Midyada navçeya Mêrdînê xwendekar Enes Denizê di ezmûna LGSyê da 500 puan hilda bi zêrekî va hat xelatkirin...

Xwendekarê li Midyadê di ezmûna LGSyê da 500 puan hilda

Li Midyada navçeya Mêrdînê xwendekarê ku di Ezmûna Derbasbûna Lîseyê (LGS) da tam puan hilda, bi zêrekî va hat xelatkirin.

Enes Denizê xwendekarê Dibistana Navîn a ÎMKByê ya Sala 75emîn di ezmûna LGSyê da 500 puan hilda.

Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Navçeyê Abdulkadir Altay li meqama xwe Enes Deniz, bavê wî Zeki Deniz û mamosteyên wî pêşwazî kir û wek xelat zêrek da Deniz.

Midûr Altay Deniz pîroz kir û jê ra serkeftin xwest.

Zekî Denizê bavê Enes got ew ji ber serkeftina kurê xwe serfiraz e.

Afîf Altunkayayê mamosteyê Enes jî got ew xwendekarekî zîrek e, her tim dersên xwe dixebite û ji ber vê ew bi ser ketiye.

Denîz jî behsa xebata xwe ya dersan kir û wiha axivî: "Min her tim dersên xwe dubare kirin, gelekî pirtûk xwendin. Di demên xwe yên vala da jî min tiştanokên hişê mirovan pêşva dibin çêkirin. Bi tenê xebata dersan va mirov nikare bi ser bikeve. Divê çalakiyên din jî neyên îhmalkirin. Dema ez ders dixebitîm jî kêfxweş dibûm."

Denîz spasiya malbat û mamosteyên xwe kir ku keda wan jî di vê serkeftinê da heye.

Dîroka nûkirinê: 25 Hezîran 2019, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE