Li Elazığê,Xwendekar û mamosteyên Lîseya Teknîkê ya Gaziyê malzemeyên paqijiyê çêdikin
Li Elazığê, lîseya teknîkê ya gaziyê di heyama şewba koronayê de berhemên wek dezenfektan û sabûnan çêdikin. Xwendekar û mamosteyan di nav 7 mehan de 2 milyon lîre pere qezenc kir.
Bi şewba vîrûsa koronayê li sernaserê welêt gelek lîseyên meslek û teknîkê dest bi hilberîna dezenfektan û malzemeyên paqijiyê kirin.
Li Elazığê jî Lîseya Meslek û Teknîkê ya Gaziyê bi şewba koronayê re dest bi hilberîna dezenfektanan kir.
“Lîseya me ya Gaziyê bi şewba koronayê re dest bi çêkirina malzemeyên paqijiyê kir. Mamoste û xwendekar bi hev re xebitîn û di nav 7 mehan de bi qasî 2 milyon lîre pere qezenc kirin.”
Mamosteyên lîseyê dibêjin me ji bo malzemeyên paqijiyê serî li Saziya Patentê ya Türkiyeyê da û markaya Gaziyê stand.
“Me di heyama pandemiyê de bi xwendekarên xwe re malzemeyên wek dezenfektan û sabûnê çêkirin. Me di Saziya Patentê ya Türkiyeyê de markaya xwe tescîl kir.”
Lîseya pîşe û Teknîkê bi markaya xwe ya tescîlkirî wê 10 salan hilberîna xwe bidomîne.