Xwendekar melzemeyên kêrnehatî berhev dikin

Him hawirdorê diparêzin him jî alîkariya kesên hewcedar dikin 

Xwendekar melzemeyên kêrnehatî berhev dikin

Li Silopiya Şirnexê xwendekar bi karê veguherînê him hawirdorê diparêzin him jî pişt didin kesên hewcedar. xwendekarên dibistana navîn a mehmet akîfê melzemeyên kêrnehatî berhev dikin. ev melzeme tên şandin tesîsa veguherînê. 

Li Silopiya navçeya Şirnexê, dibistana navîn a Mehmet Akifê projeya veguherînê da destpêkirin. 

Di çarçoveya vê projeyê de xwendekar melzemeyên plastîk ên kêrnehatî ji malê tînin. 

Ev melzeme li ber dibistanê tên kom kirin. 

Paşê melzemeyên plastîk tên şandin tesîsa veguherînê. 

Bi vê yekê xwendekar di temenê biçûk de him hînî parastina hawirdorê dibin him jî pişt didin kesên hewcedar. 

Lewra dahatûya veguherînê wê were dayîn xwendekarên hewcedar. 

Xwendekaran nêzî tonek melzemeyên kêrnehatî berhev kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE