Xwendekaran bi "perwerdeya ji dûr va" dest bi dersê kirin

Xwendekar serê sibehê rabûn û xwe dan ber komputer û têlevîzyonan û ji ser TRT-EBA TV û "eba.gov.tr" ra beşdarî dersa ewil bûn.

Xwendekaran bi "perwerdeya ji dûr va" dest bi dersê kirin

Hefteyek navbera ku ji hêla Wezareta Perwerdeya Neteweyî va di çarçoveya têkoşîna dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da hat dayîn, bi dawî bû û herwiha îro pêvajoya perwerdeya ji dûr va dest pê kir.

Li Van, Muş û Bitlisê bi hezaran xwendekar serê sibehê rabûn û xwe dan ber komputer û têlevîzyonan û ji ser TRT-EBA TV û "eba.gov.tr" ra beşdarî dersa ewil bûn.

Li Ercişa navçeya Vanê xwendekar serê sibehê rabûn û ligel malbatên xwe, derbasî ber komputer û têlevîzyonan bûn û ji bo cara ewil bi perwerdeya ji dûr va ders kirin.

Di dersa ewil ku bi qasî xwendekaran malbat jî kelecanî bûn da xwendekaran guhê xwe da axaftina Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk. Dû ra xwendekaran, mamosteyên dersên din guhdarî kirin û nîşe wergirtin.

Xwendekara pola 9emîn Enise Karacayê diyar kir ku ev cara ewil e ku ew li ciyekî ku mamoste lê nîne, dersê dike û lewma jî ev yek ji bo wê tecrubeyeke nû ye.

Karacayê bal kişand ku wê bêriya pol, mamoste û hevalên xwe kiriye û wiha dewam kir, "Heta şewba vîrusa koronayê derbas bibe, em ê dersên xwe wiha bikin. Em herwiha neçar in ku fêrî vê yekê bibin. Înşelah dibistan dê di kurtedemekê da vebin."

- Muş

Li Muşê jî xwendekar ligel malbatên xwe ji bo dersa ewil a Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk a li ser EBA TVyê di saet 09.00an da xwe dan ber têlevîzyonê.

Xwendekar kelecanî bûn ji ber ku ev cara ewil e li malê ders kirin. Xwendekaran bangewaziya Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk a ji bo malbatan guhdarî kir û dû ra derbasî dersê bûn û guhê xwe dan mamosteyan.

Xwendekar Mustafa Yildirim diyar kir ku ew ji ber kelecana dersa li malê, serê sibehê zû rabû û wiha dewam kir, "Ez ji dersên xwe nemam. Min di betlaneyê da pirtûk xwendin. Me niha jî dest bi dersan kir. Ev cara ewil e em li ber têlevîzyonê ders dikin. Diya min serê sibehê em rakirin û ji bo me amadekarî kirin. Seba me mase anî. Ciyê me yê dersê baş e."

- Hakkari

Li Hakkari'yê jî piştî hefteyek navbera di çarçoveya têkoşîna dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da pêvajoya perwerdeya ji dûr va dest pê kir.

Di vê çarçoveyê da li bajêr xwendekarên dibistana seretayî û navînî û herwiha yên lîseyê ji ser TRT-EBA TV û Tora Înformatîk a Perwerdeyê (EBA) ders şopandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE