Li Midyada Mêrdînê, mamoste û xwendekarên dibistana gundê Miqreyê dîwarên dibistanê boyax kirin. Piştî boyaxê dîwarên dibistanê rengo rengo bûn.
Dibistana gundê Miqreyê li Midyada Mêrdînê ye. Ji ber pandemiyê xwendekar zêde nehatin dibistanê.
Mamosteyan jî ji bo xwendekar werin dibistanê çalakiyeke cuda li dar xist.
Xwendekaran bi boyaxên rengîn dîwarên baxçeyê dibistanê boyax kirin.
Bi vê çalakiyê him diwarên dibistanê hatin boyaxkirin him jî xwendekaran bi hev re demên xweş derbas kirin.