Xwendekarên Lîseya Teknîk û Meslekê ya Erdîşa Wanê di çarçoveya herêma pîlot de ji xwendekarên din ên veguhastî re her roj xwarina germ çêdikin. Xwendekarên aşpêjiyê her roj ji bo 2 hezar 500 xwendekarî xarinê çêdikin.
Li navçeya Erdîşê wanê sepaneke nû ket rewacê û xwendekar xwarina xwendekaran çêdikin.
Ev proje bi talîmata wezîrê pewerdeyê Ziya Selçûk cara ewil e li Wanê tê meşandin.
20 xwendekarên lîseya teknîk û pîşeyê ya anadoluyê di bin çavdêriya 7 aşpêjên hoste de him xwarina xwendekaran çêdikin him jî hînî kar dibin.
Xwarinên ku çêdikin li 7 bajarên cuda li 2 hezar û 500 xwendekarî tên belavkirin.
Xwendekar piştî staja wan qediya ê belgeya hostetîyê jî bigirin.
Xwendekar ji vê perwerdeya bixebat pere jî kar dikin.
Dîroka nûkirinê: 28 Mijdar 2019, 17:45