Xwendekarên astengdar li atolyeyê perwerde dibin 

Bi saya çêkirina berheman koordînasyona dest û milên wan bi pêş dikeve

Xwendekarên astengdar li atolyeyê perwerde dibin 

Li Mûşê Ji bo xwendekarên astengdar atolyeya destkariyê hat vekirin. xwendekar li vir dirûnê dikin, texteyan dinexşînin, cur bi cur berhmenên ji hev xweşiktir çêdikin. bi saya vê perwerdeyê koordînasyona dest û milên wan jî bi pêş dikeve. 

 Dibistana Perwerdeya Taybet a Ali Kuşçu ya Mûşê, ji bo xwendekarên astengdarên qonaxa 3yemîn perwerdeya atolyeyê dide. 

Atolye li dibistanê hat vekirin, xwendekar li vir him hînî destkariyê dibin him jî hînî ewlehiya kar û bar dibin. 

Xwendekarên astengdar li atolyeyê dirûnê dikin, texteyan dinexşînin. 

Cur bi cur berhemên ji hev xweşiktir çêdikin. 

Bi saya vî karî koordînasyona dest û milên wan jî bi pêş dikeve. 

Li vê dibistanê 80 xwendekar dixwînin, bi saya perwerdeya atolyeyê hînî meslek jî dibin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE