Wezareta Karên Navxweyî ji bo xwendekarên serkeftî yên lîseyê projeyek dabû destpêkirin. Di çarçoveya vê projeyê de 180 xwendekarên ji Agirî, Colemerg û Wanê anîn Stenbolê û li cıhên dîrokî û navdar ên Stenbolê gerandin.
Li Mizgefta Siltanahmetê bi hev re wêne girtin.
Li avahiya dîrokî Ayasofyayê ketin pey şopa dîrokê.
Xwendekarên serkeftî yên herêmê bi çalakiyekê hatin xelatkirin.
Digel mamosteyên xwe him li Çanakkaleyê him jî li bajarê Stenbolê geriyan
Çalakiyên bi vî awayî tesîreke baş li ser derûniya xwendekaran dike.
Li keştiyê siwar bûn û li tengava Stenbolê govend gerandin.
Him têra xwe geriyan him jî li gel dîmenên bêhempa wêne girtin.