Li îdırê, ji bo tespîtkirina xwendekarên zîrek û jêhatî xebateke girîng tê meşandin. 2 mamosteyên navenda huner û zanistê, ji bo diyarkirina zarokên xwedîqabiliyet, bi bisîkletên xwe gund bi gund digerin.
Li ser bisîkletên xwe, derketine nêçîra zarokên zîrek û jêhatî.
Li Îdirê 2 mamosteyên Navenda Huner û Zanistê, ji bo tespîtkirina xwendekarên zîrek û jêhatî, gund bi gund, mekteb bi mekteb digerin.
Mamosteyên ku diçin dibistanan, li wan deran bi lîstikên cûrbicûr, qabîliyet û hunrên zarokan tespît dikin û li gorî encaman raporan amade dikin.
Piştî lêkolînan, xwendekarên ku tên tespîtkirin jî, li Navendê perwerdeyeke taybet dibînin û xwe pêş dixin.