Xwendekarên serkeftî

Zanîngehên Emerîkayê Tutşi û Demir bi bûrsa tam qebûl kirin.

Xwendekarên serkeftî

Li Diyarbekirê du xwendekarên lîseyê ji aliyê zanîngehên Emerîkayê ve hatin qebûlkirin. Xwendekarên bi navê Pîr Servan Tutşî û Arjen Demîr mafê xwendina bibûrs li Emerîkayê bi dest xistin. Zanîngehên qedîm û mezin ji bo perwerdeyê dê bûrsên tam bidin wan.

Zanîngehên Ewropa û Emerîkayê xwendekarên jêhatî û zîrek ji nêz ve teqîb dikin.

Servan Tûtşî bi gotarên xwe xelat wergirt û bala zanîngehên navdar kişand ser xwe.

Tûtşî her tim bala xwe da felsefeyê û tiştên jê hez dike. Di encama serlêdanên wî de jî gihaşt miradê xwe.

Xwendekarê Diyarbekirî Tûtşî mafê xwendina bibûrs li Zanîngeha Browna Emerîkayê bi dest xist.

Xwendekarê Lîseyê Pir Servan Tutşi got, "bi bûrsa tam qebûl kirin. Îmkanên zanîngeha li wir zêde ne. Li gorî daxwaza min dê modela perwerdeyê pêşkêşî min bikin. Ez jî bi wê perwerdeyê dixwazim xwe di qada aboriyê de xwe bi pêş bixim. Gelekî dilşad im."

Hevalê wî yê Polê Arjen Demîr jî dîsa li Zanîngeha Ûpena Emerîkayê mafê xwendina bûrsa tam bi dest xist.

Demîr jî dixwaze perwerdeya sînema û biyolojiyê bibîne.

Xwendekarê Lîseyê Şerif Arjen Demir got, "Zanîngeha Pensîlvanyayê ku li Emerîkayê ye, ez qebûl kirim. Ez dixwazim di Sînema û Biyolojiyê de, yanî di du beşan de xwendina xwe bi hev re bikim û ji ber vê jî min ew der tercîh kir. Li vê derê sîstem weha nameşe, lê li wir ez dikarim vê yekê bikim. Herweha yek ji zanîngehên herî mezin a cîhanê ye û derfetên lêkolînê jî baş in. Bûrs didin û li wê derê dê ti mesrefeke min çênebe. Cihê mayîn û xwarin her tişt heye."

Di xebat, proje û rênîşanê de jî ji bo xwendekaran rêveberiyeke baş tê kirin.

Xwendekarên serkeftî dê di Îlona 2022yan de li Emerîkayê dest bi xwendinê bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE