Xwendekarên zanîngehê dibistana gund temîr kir

Telebeyên Zanîngeha Muşê ji bo temîrkirina mektebê dest dan hev

Xwendekarên zanîngehê dibistana gund temîr kir

Xwendekar û endamên Komeleya Navenda Çandê ya Damlayê bi piştgiriya Midûriyeta Sporê ya Bajêr, mekteba gundekî mûşê temîr kİr. Bi vî awayî dê xwendekar di polên xwe yên paqij de dersa xwe bigrin.

Ji bo xwendekar di mekteba xwe ya gund de bi rehetî û paqijî dersa xwe bigrin, wan dibistan ji serî heya binî temîr kir.

Endamên Komeleya Navenda Çandê ya Damlayê bi piştgiriya Midûriyeta Spor û Ciwaniyê ya bajêr rabûn çûn gundekî Mûşê.

Xwendekarên Zanîngeha Muş Alparslanê ji bo ku dilê zarokan xweş bikin dibistana wan temîr kir.

Şêniyê gund jî bi vê yekê gelek kêfxweş bû.

Paşê jî gundî û endamên komeleyê bi hev re govend gerand.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE