Îsal ji Mûşê di ezmûna LGS’ê de 2 xwendekar bûn yekemîn. Waliyê Bajêr Doç. Dr. İlker gündüzöz ji bo serkeftina wan him xwendekar him jî mamosteyên wan li meqamê xwe qebûl kirin û xelat dan wan.
Encamên Ezmûna Têketina Lîseyan diyar bûn.
Îsal ji Mûşê jî 2 xwendekar di ezmûnê de bûn yekemîn.
Ji bo serkeftina wan, li Walîtiyê ji bo xwendekar û mamosteyên wan bernameyek hat lidarxistin.
Waliyê Mûşê Doç. Dr. İlker Gündüzöz him xendekarên yekemîn, him jî memosteyên wan li meqamê xwe qebûl kirin û xelat dan wan.
Waliyê Muşê Doç. Dr. İlker Gündüzöz: Îro me 2 xwendekarên xwe yên yekemîn li vir mêvan kirin. Me xwest em dilê wan xweş bikin. Ez wan pîroz dikim. Xwedê riya wan û bextê wan veke.