Zanîngeha Efrînê ya Gaziantepê ji bo sala nû ya perwerdeyê hat vekirin. li vê zanîngehê li ser 5 beşan perwerde tê dayîn. ev beş ya Matematîk û yên Zanistên Civakî ne.
Li Zanîngeha Efrînê sala berê 3 beş hebûn.
Bi vekirina du beşên din jî hejmara beşan bû 5.
Ev beş mamostetiya matematîk û zanistên civakî ne.
Ji bo sala nû ya perwerdeyê zanîngeha Efrînê hat vekirin.
Hejmara xwendekaran ya îsal 320 e.
Dekanê Fakulteya Efrînê prof. Dr. Habip Özkan: "par 120 xwendekarên me hebûn, îsal 200 xwendekar lê zêde bûn. 2 beşên din jî me vekirin. em ê beşên nû yên din jî vekin. ji bo jî bînayên nû tên çêkirin. li herêmê hewcedarî bi perwerdeya lîsansê heye."
Ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê perwerde di nîvî de mabû.
Niha bi saya vê zanîngehê xwendekar perwerdeya xwe temam dikin.
Zehmetiya ji bo xwendekarên ji gundan tên jî hene.
Tê plankirin ku sala bê hejmara xwendekaran bibe 500.