Li Midyadê xwendekar lîstikên kevnare yên li ser zeka û stratejiyê hîn dibin. Proje bi pêşengiya navenda perwerdeya gel û dibistana bi navê Gazipaşayê tê bi birêvebirin.
Ji bo jêhatî bibin û perwerdeya stratejiyan bi hezaran sal in lîstikên kevnare yên wekî, kişik, kûpa zekayê, sûdoku û gelek lîstikên din, hînî zarokan dikin.
Li Midyadê jî Navenda Perwerdeya Gel û Dibistana Seretayî ya bi navê Gazipaşa li ser xurtkirina zekayê dest bi projeyekê kirin.
Ji bo zarokan poleke lîstikan hat vekirin û mamoste hatin wezîfedarkirin.
Xwendekarên biçûk di vê polê de ji xwe re bi kêf û coş dilîzin û bi lîstikên kevnare zeka û stratejiya xwe xurtir dikin.
Ji gundan jî xwendekar tên û heya niha 750 xwendekar van lîstikan hîn bûne.