Zarok di seraya dibistanê de hînî çandiniyê dibin

Xwendekarên beşa çandiniyê li baxçeyê dibistanê sebzeyan digihînin.

Zarok di seraya dibistanê de hînî çandiniyê dibin

Li Rihayê, xwendekarên lîseya meslek û teknîkê ya Serê Kaniyê li baxçeyê dibistanê dest bi hilberîna sebzeyan kirin. Xwendekar bi vî awayî him karê çandiniyê hîn dibin, him jî piştgiriyê didin aboriya dibistanê.

Lîseya Meslek û Teknîkê ya Serê Kaniyê ji bo xwendekarên ku di beşa çandiniyê de dixwînin projeyek da destpêkirin.

Ji bo xwendekaran li baxçeyê dibistanê sera hat amadekirin.

Xwendekar di seraya dibistanê de hilberîna sebze, heşinayî û gulan dikin.

Her wiha xwendekar li gorî sparîşan di odeyeke dibistanê de kuvarkan jî digihînin.

Bi saya vê projeyê zarok him hînî çandiniyê dibin, him jî bi pereyên ku qezenc dikin piştgiriyê didin dibistanê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE