Li Midyadê, bi destê ji perwerdekarên dilxwaz, zarok hînî kodkirina kompîtûrê dibin. Bi vî awayî zarokên biçûk him zêhna xwe pêş dixin û him jî kêf dikin.
Di çarçoveya projeya “Zarokên Mîdyadî Siberojê Kod Dikin” de bi perwerdeya kodkirinê, Zarokên Midyadî zêhna xwe pêş dixin.
Bi van projeyan, him kalîte û asta perwerdeyê zêde dibe û him jî xwendekarên biçûk bikêf hînî kodkirinê dibin.
Çalakî bi destê TEGEVê tê kirin, mamoste jî bi dilxwazî dersê didin.
Perwerdekar Ayşe Altın dibêje; hedefa me ew e ku di vî warî de zarokan pêş bixin.
Altın wiha dewam kir: ‘’Dema me dema teknolojiyê ye. Di siberoja me de qada zîrektiya çêkirî ew ê gelekî belav bibe û ji bo vê jî kodkirin pirr girîng e. Ji ber vê jî em zarokên xwe fêrî kodkirinê dikin’’.
Zarokên ku emrê wan di navbera 6 û 14an de ye, heftê 6 rojan, rojê 2 seat perwerde dibînin.
Di çarçoveya projeyê de , zarok teknîkên kompîturê yên curbicur jî dielimin.