Pirtûkxaneya herî mezin a herêmê

Di nav mehekê de 13 hezar kesî ji pirtûkxaneyê sûd wergirt

Li Batmanê mehek ewil pirtûkxaneya herî mezin a herêmê hatibû vekirin. Navê mamosteya şehîd Şenay Aybüke Yalçınê dabûn pirtûkxaneyê. Di nav mehekê de 13 hezar kesî ji vê pirtûkxaneyê sûd wergirt.

Wezareta Çand û Tûrîzmê li Batmanê pirtûkxaneyeke mezin çêkiribû û mehek ewil hat vekirin.Pirtûkxaneya Şehîd Şenay Aybüke Yalçınê xwedî kapasîteya 150 hezar pirtûkî ye.Ji vekirina pirtûkxaneyê heta niha di nav mehekê de 13 hezar kesî serî lê daye.Welatî bi maske û mesafe li vir ders dixebitin û pirtûk dixwînin.Pirtûkxane 4 qatî ye û di heman demê de hezar û 200 kes dikarê jê sûd bigre.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.