Piştgiriyên ji bo “Operasyona Kaniya Aştiyê”

Piştgiriyên ji bo “Operasyona Kaniya Aştiyê”

Tirkiye him ji bo ewlehiya sînorê xwe, him jî jı bo vegera penaberan dest bi “herekata kaniya aştiyê” kir. Gelek bajarên herêmê piştgirî dan herekatê.

Rêxistina terorî PKK/YPG bi salan e ji bo sînorê Tirkiyeyê gefeke mezin e.

Tirkiyeyê herî dawî biryar da ku him sînorên xwe ji terorê paqij bike, him jî penaberan vegerîne Sûriyeyê. Ji bo vê jî dest bi Herekata Kaniya Aştiyê kir.

Gelek welatan piştgirî da herekatê, her wiha ji gelek bajarên herêmê jî her ku diçe zêdetir piştgirî tên.

Li Midyata navçeya Mêrdînê xizmên şehîdan piştgirî dan herekatê.

Dîsa li Midyadê ciwanên xwendekarên Îmam Xebîtê ji bo piştgiriyê hatin cem hev.

Saziyên Civaka Sivîl ên Şirnexê piştgiriya xwe ya ji bo Herekata Aştiyê eşkere kirin.

Nûnerên saziyan piştî nimêja înê ya li Mizgefta Geylanî hatin cem hev û daxuyanî dan çapemeniyê.

Li Erdîşa navçeya Wanê xwepêşandaneke ji bo piştgiriya herekatê hebû.

Di xwepêşandana li Taxa Ulupamirê de diruşmên li dijî rêxistina terorî hatin hildan.

Welatiyên Mûşî jî piştgirî dan herekatê.

Li Dêrxasa navçeya Mûşê rûspî, serek û mezinên eşîran bi alaya Tirkiyeyê piştgirî dan Herekata Aştiyê.

Her wiha ji Îdirê jî piştgiriyeke ji bo herekatê hat.

Serokê Komeleya Gundparêzên ê bajêr Mehmet Abiş got:”Em dixwazin beşdarî herekatê bibin.”

Li Semsûrê ji bo piştgiriya herekatê li ser gora şehîdan bernameyek hat lidarxistin.

Di bernameyê de zarokan bi destên xwe yên biçûk lê bi dilekî mezin û pak ji bo şehîd û hêzên ewlekariyê dia kirin.

Ji Çewligê jî piştgiriyeke gelek watedar û mezin hat.

Bavê şehîdê Operasyona Mertala Firatê Muhammed Koşan, Abdullah Koşan ji bo herekatê pişgiriya xwe anî ziman.

Bavê şehîd got,”Ger bibêjin ez ê jî ji bo pişgiriyê beşdarî herekatê bibim.”

Muhammed Koşan di 24ê Tebaxa 2016an de li El Babê di êrîşeke terorî de ligel 3 hevalên xwe şehîd ketibû.

Şîrove Bike