'1ê Gulanê' cejna kedkar û karkeran

Di encama têkoşîna kedkaran ji bo dema xebata rojane dan da 1ê Gulanê derket holê û li gelek welatan wekî cejna kedkar û karkeran tê pîrozkirin

'1ê Gulanê' cejna kedkar û karkeran

Di encama têkoşîna kedkaran ji bo dema xebata rojane dan da 1ê Gulanê derket holê û li gelek welatan wekî cejna kedkar û karkeran tê pîrozkirin.

Li Amerîkayê kedkaran ji bo dema xebata rojekê dakeve 8 saetan di sala 1884an da têkoşîn dan destpêkirin û 1ê Gulanê derkete holê, bi greva ku di sala 1886an da dan despêkirin va jî bû rojeke kurewî.

Teşkîlata Biratiya Kedkaran a Navneteweyî di Kongreya Parîsê ya 1889an da (Kongreya ewil a Enternasyonala 2yan) biryar da ku ji bo piştevaniya karkeran di salê da rojek wekî cejna hevpar were îlankirin. Li ser pêşniyaza sendikayên Amerîkayê ew roja wejî 1ê Gulanê hat îlankirin.

Li gelek welatan 1ê Gulanê bi navê "Cejna Kedê", "Cejna Karkeran" û "Cejna 1ê Gulanê" wekî betlaneya fermî tê pîrozkirin.

Li Stenbolê cara ewil di sala 1912an da hat pîrozkirin.

Cejna karkeran li axa Dewleta Osmaniyan cara ewil di sala 1911ê da li Selanîkê bi destê karkerên bender, pemû û tûnê hat pîrozkirin û li Stenbolê jî cara ewil di sala 1912an da hat pîrozkirin.

Di çarçoveya têkiliyên dostane yên Komara Tirkiyeyê û Yekîtiya Sovyetan da jî di 1ê Gulana 1922an da Cejna Karkeran hat pîrozkirin. Di dîroka komarê da cara ewil di 1ê Gulana 1923yan da bi fermî wekî cejn hat pîrozkirin.

Di bernameya 1ê Gulanê ya di sala 1977an da li meydana Teqsîmê hat pîrozkirin da bûyerên nebaş qewimîn. Di mitîngê da dema Kemal Turkerê Serokê DÎSKê diaxivî gule hatin teqandin û 36 kes hatin kuştin.

Ji ber vê bûyerê piştî derbeya eskerî ya 12ê Îlonê 1ê Gulanê ji cejntiyê hat derxistin û pîrozkirin jî hatin qedexekirin.

1ê Gulanê ya ku di heyama 12ê Îlonê da bi destê Konseya Ewlekariya Neteweyî ji cejntiyê hatibû derxistin cara ewil di sala 2009an da wekî "Roja Piştevanî û Kedê" ya fermî hat îlankirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 01 Gulan 2019, 12:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE