1ê Gulanê Roja Piştevanî û Kedê

Li Erzirom, Erzincan, Qers, Tuncelî û Îdira bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê 1ê Gulanê Roja Piştevanî û Kedê bi çalakiyan hat pîrozkirin

1ê Gulanê Roja Piştevanî û Kedê

Li 5 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê 1ê Gulanê Roja Piştevanî û Kedê bi çalakiyan hat pîrozkirin.

Li Meydana Bajêr a Yakutiyeyê ya Erziromê endamên sendikayan û karkeran pankart dan destê xwe bi dihol û zirneyê govend girtin.

Yusuf Gokcanê Nûnerê Erziromê yê Turk-Îşê li vê derê li ser navê sendîkayan daxuyanî da û got ji ber ku bi karkeran ra 1ê Gulanê pîroz dikin gelekî kêfxweş in.

Gokcan destnîşan kir ku dewlemendiya berhemên li dinyayê tên çêkirin bi bêedaletî tên parvekirin û wiha axivî: "Dibê em bi têkoşînê pirsgirêkan çareser bikin. Dibê em cudakariya di navbera xwe da ji holê rakin herdu bigrin û têkoşînê qezenc bikin."

Gokca diyar kir ku dibê polîtîkaya bacê were guhertin û wiha pê da çû:

"Em polîtîkaya bacê ya ku kesên kêm qezenc dikin û bi zorê debara xwe dikin difikire dixwazin. Em dixwazin yên ku kêm qezenc dikin kêm bacê bidin yên zêde qezenc dikin jî zêde bacê bidin. Ji bo heman karî heman mehane were dayîn. Li karxaneyan cudakarî neyê kirin, pêşî li tacizê were birîn. Wezifeya me karkeran ew e ku pêşî li destdirêjiya dijî zarokan bibirin dinyayeke adil û lê tê jiyan ava bikin."

- Qers

Li Qersê welatiyan alayên Tirkiyeyê dan destê xwe û di pêşîkêşiya Platforma Ked û Demokrasiyê da li Meydana Cumhuriyetê kom bûn.

Polês li ser û guhên karkeran geriyan û paşê hildan meydanê.

Ayhan Bîlgenê Şaredarê Qersê li vê derê axivî, cejna 1ê Gulanê Roja Piştevanî û Kedê ya welatiyan pîroz kir û bal kişand ser girîngiya jiyana bi rûmet û însanî.

Bîlgen diyar kir ku ciyê lê azadî tunebe ked jî tune û wiha axivî: "Heke em kedê wekî qîmeteke însanî nebînin parastina wê mimkûn nabe. Di dinyaya îro da mixabin sîlah diaxivin, gotina bazirganên sîlahan dibe. Ked û aştî ji hev naqetin. Li dinyayê û vî erdê heke şer hakim bibe têkoşîna me ya kedê jî nagihêje encamekê. "

Piştî konsera Servet Kocakaya kom belav bû.

- Tuncelî

Li Tunceliyê hin sendîka, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl ji bo çalakiyan li Kuçeya Hunerê ya lu Taxa Moxultayê kom bûn

Kom bi dirûşmeyan ji Kolana Cumhuriyetê hetanî Meydana Seyîd Riza meşiya.

- Erzincan

Li Erzincanê jî nûnerên partiyên siyasî, komele û sendîkayan ji bo pîrozbahiyê li otogara berê kom bûn.

Koma ku alayên Tirkiyeyê û pankart dabûn destê xwe ji Kolana Fewzî Paşa hetanî Meydana Cumhuriyetê meşiya.

Kemal Irmakê Nûnerê Erzincanê yê Egîtîm-Senê li vê derê axivî û cejna hemû kedkaran pîroz kir.

Kesên beşdarî çalakiyê bûn govend girtin û paşê belav bûn.

- Îdir

Li Îdirê HAK-ÎŞ û Memur-Senê bi piştgiriya Platforma Îradeya Neteweyî li meydana ser Bazara Binê Erdê çalakî li dar xistin.

Li vê derê li çalakvan û endamên sendîkayan alayên Tirkiyeyê û kulîlk belav kirin.

Di bernameyê da ji bo kesên ku ji bo beşdarî pîrozbahiya li Şanliurfayê bibin ji Qehremanmaraşê derketibûn rê wesayîta wan welgeriya û mirin Quran Pîroz hat xwendin.

Erkan Çîgdemê Serokê Şaxa Îdirê ya Egîtîm-Bîrsenê di bernameyê da axivî.

Piştî axaftinê ji bo hurmeta kesên di qezayê da mirin şahî hat betalkirin û bername temam bû.

AA

Dîroka nûkirinê: 01 Gulan 2019, 18:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE