10ê Çileyê wekî Roja Rojnamegeran tê qebûlkirin. Rojnamegerên Mardinî ji bo roja xwe çalakiyeke water li dar xistin. Rojnamegerên herêmî di bernameyê de ji bo girtina qedrê xebat û keda wan çûn cem personelên tenduristiyê, plaket dan wan.
10ê Çileyê li hemû dinyayê wekî Roja Rojnamegeran tê qebûlkirin.
Li Mardinê hin rojnameger ji bo vê rojê hatin cem hev.
Paşê ji bo girtina qedrê ked û xebata wan çûn serdana personelên tenduristiyê.
Di bernameyê de bi taybetî li ser ked û xebata personelên tenduristiyê hat sekinîn.
Xebatkarên tenduristiyê jî ji bo serdana rojnamegeran memnûniyeta xwe anîn ziman.
Di dawiya bernameyê de li ser navê hemû xebatkarên tenduristiyê plaket hatin dayîn.