"10 sal e em ji wan xeberê nastînin"

Jinên Sûriyeyî bi wê hêviyê dijîn ku mirovên wan ên rejima Esed girtine li heyatê ne

"10 sal e em ji wan xeberê nastînin"

Li Sûriyeyê jinên ku ji ber êrîşên rejima Beşar Esed revîn û xwe spartin navçeya Babê bi wê baweriyê jiyana xwe didomînin ku mêr û kurên wan ên ku di şerê navxweyî da bi salan berê bi destê hêzên rejimê hatin girtin, li heyatê ne.

Li gorî daneyên Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê, di şerê navxweyî yê ku Adara 2011an dest pê kir da bi sed hezaran sivîl ji hêla hêzên rejima Esed hatin girtin. Her wisa aqûbeta zêdeyî 131 hezar kesên di zindanên rejimê da nayê zanîn.

Peyamnêrên AAyê bi minasebeta Roja Navneteweyî ya Mexdûrên Serwendakirina Bi Zorê va bi malbatên hin sivîlan ra hevdîtin pêk anîn ku bi salan berê ji hêla rejima Esed hatin desteserkirin û aqûbeta wan hê jî nayê zanîn.

Fatma Bassasa Îdlibî ku mêrê wê û kurê wê 10 sal berê ji hêla hêzên rejimê hatin girtin û aqûbeta wan nayê zanîn, yek ji wan malbatan e ku hêlîna wê xirab bû. Bassasa diya 4 zarokan, ji ber zêdebûna êrîşên rejimê û alîgirên wê, 2019an tevî zarokên xwe koçî navçeya Babê kir ku ji terorê hat paqijkirin.

Bassasê hem bavtî û hem jî dêtiya zarokan dike û her wisa li wêneyên wan ên di têlefona mobîl da dinihêre û wisa kerba dilê xwe ya ji bo mêrê xwe û kurê xwe hinekî rehet dike.

Bassasê wiha got, "Ji hêla madî rewşa me xirab bû. Mêrê min û kurê min ê wê demê 16 salî, çûn Libnanê ku bixebitin. Gava li dijî herêma me êrîşan dest pê kir, xwestin vegerin. Lêbelê di rê da li herêma Humsê hatin girtin. 10 sal e em ji wan xeberê nastînin. Em bi wê hêviyê dijîn ku ew li heyatê ne."

Bassasê bal kişand ku keça wê ya mezin astengdar e û wiha dewam kir, "Çûyîna mêrê min û kurê min tesîreke pir mezin li me kir. Em man bêkes. 2 sal e em li vir in. Xebatkarê me tuneye. Em li ber rehma Xwedê ne."

Bassasê bal kişand, xeyala wê bi tenê ew e ku mizgîniya mêrê xwe û kurê xwe hilde ku li heyatê ne.

Hewle Nayîf jî 8 sal e ji mêrê xwe xeberê nastîne.

Nayîfa diya 4 zarokan bal kişand, mêrê wê li Îdlibê ji hêla hêzên rejimê belasebeb hat girtin û wiha dewam kir, "Mêrê min dixebitî û wisa li me dinihêrî. Rojekê gava ji kar vedigeriya, li rêbendeke rejimê hat girtin û serwendakirin. Me zehf xwest em hîn bibin ka li ku girtî ye, lêbelê me tu agahî bi dest nexist."

Nayîfê bal kişand, ji ber êrîşên rejima Esed ew neçar ma tevî zarokên xwe mala xwe ya li herêma Cebel Zawiye ya li başûrê Îdlibê biterikîne.

Nayîfê bal kişand ku wê pir zehmetî kişandin û her wisa li navçeya Babê ya ku wan xwe spartê jî ew bi saya xêr û xêratên xêrxwazan jiyana xwe didomînin.

Nayîfê diyar kir, ew bi baweriya ku mêrê wê dijî, jiyana xwe didomîne û wiha got, "Înşelah mêrê min û yên mîna wî ku qedera wan yek e, dê bên berdan."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE