100. Salvegera Têkoşîna Neteweyî

Li ber Peykerê Komarê ya li Taksîmê merasimek hat lidarxistin

100. Salvegera Têkoşîna Neteweyî

Wezîrê Ciwanî û Sporê Mehmet Muharrem Kasapoglu bi heyeta ku ji ciwan, sporvan, xwendekar û xebatkarên Wezaretê pêk tên va li Anitkabîrê beşdarî merasima ku seba 19ê Gulanê Bîranîna Ataturk, Cejna Ciwanî û Sporê hat lidarxistin, bû.

Heyet ji Rêya Bişêr ra meşiya, çelenk danî ser mozoleya Ataturk, rêz girt û Sirûda Îstiqlalê xwend.

Piştî merasima li vê derê Wezîr Kasapoglu li Kûleya Mîsaqa Millî Deftera Taybet a Anitkabîrê îmze kir û wiha nivîsî:

"Ataturkê Mezin Em îro sala 100emîn a têkoşîna me ya îstiqlalê ya ku we di 1919an da li Samsunê da destpêkirin, pîroz dikin.

Ev ruhê îstiqlalê yê ku 100 sal e bi me ra ye û em pê serbilind in, ji bo miletê me yê ezîz û seba helwesta dewleta me ya serbixwe bûye çavkaniya îlhamê.

Ciwanên me li Komara me ya ku emanetê şehîd û xaziyên me ye û li demokrasî, welat û hiqûqa miletê me xwedî derdikeve.

Di salvegera 100emîn a 19ê Gulana 1919an da em we, hemû qehremanên xwe û şehîdên xwe yên ezîz bi şukran, minet û rehmet bîr tînin, li ber xatiraya we bi hurmet bejna xwe ditewînim.

Ruhê we şad bibe."

Wezîr Kasapoglu paşê bi ciwanan ra li ser pêperokan wêne kişand.

- Li Taksîmê merasimek hat lidarxistin

Li Stenbolê ji ber 19ê Gulanê Cejna Ciwanî û Werzişê û Bibîranîna Ataturk li ber Peykerê Komarê ya li Taksîmê merasimek hat lidarxistin.

Di çarçoveya merasimê da Midûrê Bajêr ê Werzişê û Xizmetên Ciwaniyê yê Stenbolê Cemîl Baglama çelengek danî li ber Peykerê Komarê. Paşê rêz hat girtin û Sirûda Îstiklalê hat xwendin.

Alîkarê Walî Ahmet Hamdî Usta, Qaymeqamê Beyogluyê Mustafa Demîrellî, Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeya Beyogluyê Cemîl Sarici, Seroka Bajêr a Stenbolê ya CHPyê Canan Kaftancioglu, nûnerên partiyan, mamoste, xwendekar û eskerên xazî beşdarî merasimê bûn.

Merasim piştî kişandina wêneyan qediya.

Piştî merasimê partiyên siyasî jî çeleng danîn peykerê

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Gulan 2019, 16:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE