104. Salvegera Serfiraziya Çanakkaleyê tê bibîranîn

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar çelenk danî ser Bîrdariya Ataturk a li Çanakkaleyê ye. Madalyaya zêrîn a li serê "Ji Çanakkaleyê derbas bûn mimkun nîne" bi alaya Tirkiyeyê va hat zeliqandin û ber bi jorê va hat kişandin

104. Salvegera Serfiraziya Çanakkaleyê tê bibîranîn

Bi munasebeta 104. Salvegera Serfiraziya Çanakkaleyê û Roja Bibîranîna Şehîdan li Çanakkaleyê merasim hat kirin.

Di merasima li Meydana Komarê hat kirin da li ser navê Kabîneya Serokomariyê Wezîrê Parastina Neteweyî Hukusî Akar, li ser navê Artêşa Tirkiyeyê Fermandarê Garnîzon û Geliyê Çanakkaleyê Tuxamîral Levent Kerîm, Waliyê Çanakkaleyê Orhan Tavli û Serokê Şaredariya Çanakkaleyê Ulgur Gokhan bi hev ra çelenk danîn ser Bîrdariya Ataturk.

Di wextê danîna çelenkê da jî ji hêla keştiya "TCG Burgazada"yê va 21 top hatin avêtin.

Merasim bi rêzdarî û sirûda neteweyî xwendinê va dewam kir û paşê jî madalyaya zêrîn a li serê "Ji Çanakkaleyê derbas bûn mimkun nîne" bi alaya Tirkiyeyê va hat zeliqandin û ber bi jorê va hat kişandin.

Dîroka nûkirinê: 20 Adar 2019, 15:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE