Serok Recep Tayyip Erdogan li Mizgefta Millet a Beştepeyê beşdarî Merasima Xitma Şerîf bû.
Erdogan ji bo 15ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî çîçek danî Abîdeya Şehîdên 15ê Tîrmehê ya li hemberî Kulliyeya Serokomariyê, paşê bi eqrebayên şehîdan û xaziyan va meşiya û derbasî Mizgefta Milet a Beştepeyê bû.
Serok Erdogan li vê derê seba şehîdan Qur'ana Pîroz xwend. Serokê Diyanetê Alî Erbaş jî dia kir.
Serokê Meclisa Gelan a Bosna Hersekê Bakir Îzzetbegovîç, Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, hin wezîr û eqrebayên şehîdên 15ê Tîrmehê yên li Enqereyê, xazî û welatî beşdarî bernameya Mizgefta Millet bûn.
AA