"15ê Tîrmehê serkeftina gel, îradeya gel û demokrasîhezan e"

Serokomar Recep Tayyip Erdogan beşdarî Bernameya Bibîranîna Şehîdên 15ê Tîrmehê ya li Meclisê bû. Erdogan û Serokê Meclisê Mustafa Şentop qurnefîl danîn ser Abîdeya Şehîdên 15ê Tîrmehê ya li Meclisê.

"15ê Tîrmehê serkeftina gel, îradeya gel û demokrasîhezan e"

Serokomar Recep Tayyip Erdogan beşdarî Bernameya Bibîranîna Şehîdên 15ê Tîrmehê ya li Meclisê bû. Erdogan û Serokê Meclisê Mustafa Şentop qurnefîl danîn ser Abîdeya Şehîdên 15ê Tîrmehê ya li Meclisê.

Erdogan: "Ji ber bobelatê (lehiya li Rîzeyê) wenda hene. Niha sê wezîrên me li wir in. Walî û hemû peywirdarên me xebatên lêgerînê didomînin."

 Erdogan: "Şehîdên 15ê Tîrmehê nûnerên roja me yên têkoşîna heqê ya dijî batil, zalim û kifrê ne."

 Erdogan: "Destana 15ê Tîrmehê ciyê serbilindiya me hemûyan tev e."

"15ê Tîrmehê navê wê ye ku li dijî batilê heq, li dijî zilmê edalet, li dijî îstisqalê jî îstiqlal bi ser ket."

Erdogan: "Mafê tu kesî nexasim jî yên ku di bin vê banê bijare (Meclis) da peywirê dikin tuneye ku vê têkoşîna bişan a ku gel şeva 15ê Tîrmehê da piçûk nîşan bide."

Serokê Meclisê Şentop: "Ev hewla derbeyê tevgera dagirkirina Tirkiyeyê bû ku ji derva va piştgirî hatibû dayîn."

 Şentop: "Wesfê resen ê derbekar û alîgirên wan ên li Tirkiyeyê ew e ku ji tu aliyî va milî nînin."

Şentop: "FETOya di burokrasiya edlî, îdarî û milkî da bi cî bûbû hat avêtin Tirkiye jî ber bi hedefên xwe yên neteweyî va ji xwe bawer û biryardarî dest bi gav avêtinan kir."

Şentop: "Qelskirin, bêîtibarkirin û sivikkirina vê têkoşînê tê wateya sûîqesda dijî Tirkiyeyê."

Şentop: "Sedema rastîn a hemû derbeyên ku li welatê me bûn ew e ku nehêlin Tirkiye bigihîje wê astê ku polîtîkayên serbixwe cîbicî bike."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE