19ê Gulanê Bibîranîna Ataturk, Cejna Ciwanî û Sporê tê pîrozkirin

19ê Gulanê Bibîranîna Ataturk, Cejna Ciwanî û Sporê tê pîrozkirin

Wezîrê Ciwanî û Werzişê Mehmet Muharrem Kasapoglu û heyeta pê ra bi wesîleya Cejna Werziş, Ciwanî û Bibîranîna Ataturk ya 19ê Gulanê li Anitkabîrê beşdarî merasimê bûn.


Heyeta di serokatiya Kasapoglu da hatin mozoleya Ataturk û Kasapoglu çeleng danî mozoleyê. Piştî rêzgirtinê Sirûda Neteweyî hat xwendin.


Kasapoglu piştî merasimê li Birca Mîsqî Milliyê Deftera Taybet ya Anitkabîrê îmze kir.


Wezîrê Ciwanî û Werzişê Mehmet Muharrem Kasapoglu di pey ra bi ciwanên ji 81 bajar û Komara Tirkan ya Qibrîsa Bakur hatine û ji xeynî 20 ciwanên ji 11 dewletan hatine, werzişvan, personelên wezaretê û nûnerên federasyonan ra li ber Anitkabîrê wêne kişand.


Kasapoglu di pey ra bi welatiyên ku hatine serdana Anitkabîrê ra jî wêne kişand.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE