19 qurbaniyên din jî ên komkujiya Srebrenitsayê dê bên definkirinac

Berî nimêja cinazeyê li Navenda Abîdeya Srebrenitsayê dê bi minasebeta 26emîn salvegera komkujiyê, merasima bîranînê were lidarxistin.

19 qurbaniyên din jî ên komkujiya Srebrenitsayê dê bên definkirinac

 19 qurbaniyên komkujiyê yên din jî yên ku li rojhilatê Bosna Hersekê li Srebrenitsayê Tîrmeha 1995an di komkujiyê da hatibûn kuştin û nasnameya wan hat tesbîtkirin, dê îro bên definkirin.

19 qurbaniyên komkujiya ku li Ewropayê wekî trajediya herî mezin a piştî Şerê Cihanê yê Duyemîn tê zanîn, dê piştî nimêja cinazeyê li Goristana Abîdeyî ya Potoçariyê werin definkirin.

Berî nimêja cinazeyê li Navenda Abîdeya Srebrenitsayê dê bi minasebeta 26emîn salvegera komkujiyê, merasima bîranînê were lidarxistin.

Ji qurbaniyên ku dê îsal bên definkirin ê herî ciwan Azmir Osmanomicê 16 salî ye, yê herî mezin jî Husein Kurbasicê 63 salî. 

Qurbaniyên din ên ku dê bên definkirin jî ev in:

"Vejsil Hamzabegovic (1939), Muhidin Mehmedovic (1977), Ramiz Selimovic (1951), Esnaf Halilovic (1976), Muamer Mujic (1976), Mehmed Beganovic (1947), Hajro Aljic (1944), Jusuf Aljic (1967), Zajim Hasanovic (1968), Asim Nukic (1971), Nezir Dautovic (1969), Ibrahim Avdagic (1950), Jusuf Halilovic (1948), Salih Dzananovic (1955) û Meho Karahodzic (1939), Fikret Kiveric (1978), Zilha Delic (1971)."

- Hejmara qurbaniyên definkirî dê derkeve 6 hezar û 671ê

Di 11ê Tîrmeha 1995an da yekîneyên Sirb ên di fermandariya Ratko Mladîç da Srebrenitsa dagir kirin Boşnaqên sivîl ên xwe sipartin eskerên Holandayê yên Neteweyên Yekbûyî demekê şûnda teslîmî Sirban kirin.

Sirban destûr dan ku jin û zarok derbasî herêmên di kontrola eskerên Boşnaq da ne bibin, herî kêm 8 hezar û 372 mêrên Boşnaq di daristan, fabirqe û depoyan da qetil kirin. Cinazeyên wan jî xistin merzelên komî.

Piştî şer xebatên lêgerînê tên kirin, cinazeyên nasnameya wan tên tesbîtkirin jî her sal di 11ê Tîrmehê da li Goristana Abîdeyî ya Potoçariyê tên definkirin.

Piştî merasima îsal hejmara qurbaniyên li goristana abîdeyî definkirî dê derkeve 6 hezar û 671ê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE